Di nava 24 seatan de 25 kes canê xwe ji dest dane.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên taybet bi Koronayê yên 24 seatên derbasbûyî belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê bi giştî 597 welatî bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde li Dihukê bûye ku 273 kese.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di nava 24 seatan de 25 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane ku hijmara herî zêde li Silêmanî bûye ku 12 kese.
Heta niha li Kurdistanê 31 hezar û 132 kes bi Koronayê ketine û 1173 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin