Serokê herêma Kurdistanê duhê li Tirkiyeyê bû.
Duhê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kir û li Enqere ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawûşoglû ve hate pêşwazîkirin.
Pişt re her du alî civiyan û behsa çend mijarên rojevê û têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê kirin.
Her duhê piştî nîvroyê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî civiya.
Nêçîrvan Barzanî û Erdogan di civînê de behsa rewşa giştî ya deverê, têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybetî di warê abûrî û bazirganî de kir û her du alî tekez li ser berfirtir û bihêztir kirina têkiliyên han kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin