Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 kesên din bi vîrusa korona ketine

heta niha 40 kesan canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 kesên din bi vîrusa korona ketine û 2 kesan ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de 17 kesên bi vîrusa koronayê ketibûn, baş bûne.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber vîrusa korona 2 kesên din jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 2 kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye ji Hesekê ya herêma Cizîrê ne.

Mistefa bi bîr xist ku 20 kesên bi vîrusa Koronayê ketine ji van herêman in;

Qamişlo; 5

Hesekê; 5

Tirbespiyê; 3

Dêrikê; 2

Reqa; 3

Tebqa; 1

Kobanê; 1

Ciwan Mistefa got di nava 24 seatên derbasbûyî de 17 kesên bi vîrusa koronayê ketibûn, baş bûne.

Tevî hejmara îro, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 595 kes bi vîrusê ketine, ji wan 40 kesan jiyana xwe ji dest daye û 127 kes jî baş bûne.

ANHA

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.