AFP: Li Ewrupa zêdetir ji 4 mîlyon kes bi Korona ketine

li seraserê cîhanê zêdetir ji 850 hezar kesan canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

AFP’ê ragihand ku li Ewrupa hejmara pêketîyên vîrusa korona 4 mîlyon derbaz kiriye.

Li gor agahîyên AFP’ê, vîrusa korona li Ewrupa herî zêde li Rûsya, Îspanya û Brîtanya hatiye tespît kirin.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) roja Sêşemê dîyar kir ku li Ewrupa 4,255,000 kes bi vîrusa korona ketine û hejmara nexweşên vîrusa korona yên rind bûne jî 2,3 mîlyon derbaz kiriye.

Bi tenê li Rûsya pirtir ji 1 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û li Îspanya jî ew hejmar ji 439,000 zêdetir e.

Li Brîtanya hejmara pêketina vîrusa korona ya rojane 1000 derbaz kiriye.

Fransa jî roja Sêşemê bi qasî 5000 pêketinên nû yên vîrusa korona ragihand ku roja Înê li wî welatî pirti ji 7000 pêketin hatibû ragihandin.

Li gor agahîyên WHO, li seranserê cîhanê pirtir ji 25,000 bi vîrusa korona ketine û hejmara kesên bi wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane 850,000 derbaz kiriye.

Vîrusa korona ji nav parzemînan herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wê parzemînê pirir ji 13 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine.

Voa

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.