Duhê sêşem li Serdeşt û Pîranşarê hêzên Îranî êrîşî ser Kolberên Kurd kirine.
Li gor zaniyariyên berdest duhê sêşem çekdarên rejîma Îranê li sînorên her du bajarên Serdeşt û Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser du karwanên Kolberan kirine.
Malpera Hengawî belav kir ku di encama wan êrîşan de li Serdeştê 3 Kolber û li Pîranşarê jî Kolberek bi giştî 4 Kolber hatine kuştin.
Weke tê zanîn her duhê li devera Kutulê jî hêzên Tirkiyeyê êrîşî ser Kolberên Kurd kiribûn û Kolberek birîndar bibû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin