Hesen Ruhanî: Amerîka serkeftî nabe

dibêje mafê Îranêye ku ji rêkeftinê derketiye
کوردستان TV
100%

Ruhanî dibêje Amerîka di hewldanên xwe yên li dijî Îranê de serkeftî nabe.

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di civîna hikûmeta xwe de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku Amerîka hewl dide daku dubare dorpêçan li ser Îranê deyne, lê Amerîka di hewldanên xwe yên li dijî Îranê de serkeftî nabe.

Ruhanî tekez li ser vê yekê kir ku mafê Îranê ye ku ji rêkeftina etomî derketiye.

Weke tê zanîn di meha Tebaxê de jî konseya ewlekarî ya NY daxwaza Amerîkayê ya bo dirêj kirina dorpêçên çek li ser Îranê red kiribû lê Amerîka diyar kiribû ku berdewam dibe li ser hewldanên xwe yên li dijî Îranê.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.