Pere û erzaqê dide wan.
Wezîra kar û karûbarên civakî ya hikûmeta Kurdistanê Kiwêstan Mihemed ragihand ku hikûmeta herêma Kurdistanê biryar daye daku hevkarî li ser malbetên xizan dabeş bike.
Kiwêstan Mihemed eşkere kir ku hikûmet vê pere û erzaq pêşkêşî 452 hezar malbetên xizan û kêmdahat dabeş bike.
Ev pêngava han yekem car li parêzgeha Dihukê tê cîhbicîh kirin û hevkarî li ser 140 hezar malbetên xizan tê dabeşkirin.
Pişt re jî li parêzgehên din yên Kurdistanê bi heman awayî hevkariya xizanan tê kirin.
Hikûmet her malek 100 hezar dînar û erzaqeke zêde dide her malbetekî.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin