Di encama teqîna tirimbîleke bombekirî de 4 kes birîndar bûne.
Duhê êwarê li navçeya pîşesazî ya bajarê Romadî ya Îraqê tirimbîleke bombekirî teqiya.
Li gor jêderên Îraqî, di encama teqînê de du endamên hêzên ewlekarî û du welatiyên din yên medenî birîndar bûne.
Her duhê li Kerkûkê jî xwekujek xwe bi xaleke polîsan re teqandibû û di encam de welatiyek canê xwe ji dest dabû û 6 welatiyên din jî birîndar bibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin