Duhê li sînorê Xoyê êrîşî ser Kolberan kirine.
Li gor zaniyariyên berdest duhê leşkerên Tirkiyeyê li ser sînorê navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser kolberên Kurd kirine.
Di encama êrîşa han de Kolberekî Kurd yê bi nave Sêvdîn Kelaşî korê Behadîn û şêniyên gundê Gêweran ya ser bi Kutulê birîndar bûye.
Kolberê han yê temen 35 sal piştî birîndar bûnê, bo çareser kirinê bo nexweşxaneyeke bajarê Wanê ya Bakûrê Kurdistanê hatiye veguhastin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin