Biryare sibê her du alî serdana Bexdayê bikin.
Li gor zaniyariyên berdest, sibê çarşem Serokê Franseyê Emmanuel Macron serdana Bexdayê dike.
Jiber nebûna demê Macron nikare serdana Hewlêrê bike lewre daxwaz kiriye daku Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike û li gel Macron bicive.
Macron piştî civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqê weke Serokkomar û Serokwezîrê Îraqê, li gel serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dicive û di civînê de behsa çend mijaran tê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin