Geştên asmanî yên navbera Tirkiye û Îraqê destpê nakin

jiber Koronayê ew biryar hatiye dayîn
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Îraqê destpê kirina geştên asmanî li gel Tirkiyeyê paş xist.

Geştên asmanî yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê ku jiber Koronayê ew demek bû hatibûn ragirtin, biryar bû di yekê Îlonê de dîsa destpê bikin.

Li duhê îdareya balefirvaniya Îraqê belav kir ku jiber hebûna Koronayê biryar hatiye dayîn daku destpê kirina wan geştên asmanî yên di navbera Tirkiye û Îraqê de heta meha 10 were paşxistin.

Îdareya balefirvaniya Îraqê eşkere kiriye ku ew paş xistin tenê jiber Koronayê ye û ti sedemeke siyasî ya biryarê tuneye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.