Wezîrê darayî yê Îraqê dibêje şandeke bilind yê Kurdistanê serdana Bexdayê dike.
Wezîrê darayî yê Îraqê Elî Elawî ragihand ku bi mebesta giftûgo kirin li ser kêşeyên heyî yên taybet bi bûdce û mûçeyê, şandeke bilind yê Kurdistanê serdana Bexdayê dike.
Elî Elawî herwiha anî ziman ku ew şanda Kurdistanî beşdarî di kar û çalakiyên amade kirina proje bûdceya Îraqê yaku biryare di dawiya meha 9an û destpêka meha 10an were amadekirin dike.
Elawî tekez li ser vê yekê kir ku giftûgo li ser tevahiya dosyeyan hatiye kirin û li gel şanda Kurdistanî hewl bo dîtina çaresereke şefaf bo tevahiya wan kêşeyan didin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin