Gundekî bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat topbarankirin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî artêşa Tirkiyê gundê Yarmiq yê bajarê Makû, ku dikeve ser sînorê Tirkiyê, da ber topan.
Kesekî xelkê wî gundî gotiye, Tirkiyê bi behaneya hebûna PKKê gundê wan topbaran kiriye û haya Îranê jî jê hebûye.
Bi gotina wî kesî, ji ber topbaranê ziyan gihîştiye çend malan û goristana gund.
Ji basnewsê hatiye wergirtin
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin