Zêdetir ji 300 donim ji daristanên çiyayê şewitîne.
Qayîmiqamê Dûkanê belav kir ku ew du roje agir bi çiyayê Sara ber bûye û heta niha di encama bûyerê de zêdetir ji 300 donim daristanên çiyayê şewitîne.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku duhê bişev hêzên hawar hatinê karîne agirê temrînên lê dîsa agir gor bûye û beşeke zêdetir ji daristanên çiyayê şewitandiye.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku kesên dilxwaz jî li gel hêzên hawar hatinê kar bo temirandina agirê dikin û di dema hewldan bo temirandina agirê de endamekî hêzên hawar hatine ketiye û birîndar bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin