Di hefteyekê de 132 kesan canê xwe ji dest daye

کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî amarên yek hefteyê yên Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê di nava yek hefteyê de (ji 21 heta 27) Tebaxê li Kurdistanê bi giştî 3 hezar û 520 kes bi Koronayê ketine û 132 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê di nava hefteyekê de li Hewlêrê hezar û 570 kes, li Silêmanî 739 kes, li Dihukê hezar û 70 kes û li Helebceyê jî 87 kes bi Koronayê ketine.

Herwiha di nava heman hefteyê de li Hewlêrê 64 kes, li Silêmanî 46 kes, li Dihukê 20 kes û li Helebceyê jî 2 kes ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.