Dibêje lazime bi zorê dawî bi xwepîşandanê were anîn.
Parlementerê hevpeymaniya Fetih ( heşda şebî) Ehmed Esedî derbarê xwepîşandanên heyî yên li bajarê Nasiriyeyê de ragihand ku ew xwepîşandanên han bajêr xirab kirine û lazime bi zorê dawî bi xwepîşandanê were anîn.
Ehmed Esedî eşkere kiriye ku Xwepîşander nûneratiya xelkê bajarê nakin û jiber xwepîşandanê jî zirar gehêştine bajarê û lazime bi zorê qanûnê dawî bi xwepîşandanê were anîn.
Weke tê zanîn ew demeke dirêje ku li bajarê Nasiriye li dijî nebûna xizmetgozariyan welatî dest bi xwepîşandanê kirine û heta niha çend car navendên hêzên siyasî yên li Nasiriyeyê jî şewitandine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin