Hesen Nesirulah: Me pêşniyarên Amerîkayê red kirin

کوردستان TV
100%

Dibêje Amerîka gelek soz dan me lê me qebûl nekir.

Serokê hizbulaha Libnanê Hesen Nesirulah ragihand ku Amerîkayê bo vekirina rêyekê di nava hizbulaha libnanê de bo destpê kirina diyaloga aştî li gel Îsraîlê soza pêdana gelek pere û desthilatan da me lê me ew yek red kir.

Nesirulah eşkere kiriye ku her kes daxwaza aştî li gel Îsraîl, parastina berejwendiyên Îsraîlê dike û dibêje ew şertên han qebûl bikin û çi bixwazin emê bidin we lê me ew yek red kir.

Nav hatî tekez kir ku cara dawî Amerîka soza pêdana pereyeke gelek zêde, desthilatên gelek zêde û guhertina rejîma siyasî ya Libnanê li gor dilê hizbulahê da bi şertê ku li gel Îsraîlê dest bi diyaloga aştiyê bikin lê me qebûl nekir.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.