Îraq: Ti hêzeke Siûdî li Bexdayê nehatiye bicîh kirin

کوردستان TV
100%

Hikûmeta Îraqê dibêje hêzên leşkerî yên Siûdî li Bexdayê nehatine bicîhkirin.

Piştî belav bûna nûçeyek ku behsa vê yekê dikir ku piştî derketina hêzên Amerîkî ji navenda leşkerî ya Tacî ya li Bakûrê Bexdayê, hêzên leşkerî yên Siûdî li navenda Tacî hatine bicîhkirin, artêşa Îraqê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de ku ji aliyê Fermandariya giştî ya operasiyonan ve hatiye belavkirin hatiye diyarkirin ku li navenda leşkerî ya Tacî tenê hêzên leşkerî yên Îraqê hatine bicîhkirin û ti hêzeke Siûdî ya leşkerî nehatiye Bexdayê.

Navenda Tacî yek ji wan navendên mezin yên leşkerî bû li Îraqê ku ji aliyê hêzên Amerîk û hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê dihat bikar anîn lê hefteya derbasbûyî hêzên Amerîkî û hevpeymaniya cîhanî ew navenda han radestî hêzên Îraqê kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.