Barzan Mele Xalid duhê jiber nexweşiyê koça dawî kiribû.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxî pêşkêşî malbeta pêşmergeyê dêrîn û medyakarê şoreşê Barzan Mele Xalid kir ku ew jî tekesta vê ye;
Malbeta birêz ya Barzan Mele Xalid jiber wefata Barzan Mele Xalid sersaxî didim we yên birêz, xwe, tevahiya dost û hevalên Barzanî Mele Xalid û daxwaz ji xwedê mezin dikim ku rihê rehmetî bi ceneta xwe şad bike.
Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye: Barzan Mele Xalid mînaka herî baş ya mirovên dilsoz û xebatkar e, li malbeteke xebatkar û nîştimanperwer hatiye pêgehandine, malbeta wî hertim piştîvaniya şoreşê kiriye û xwe jî di dema şoreşa Îlonê de roleke gelek mezin lîstiye û weke dengê şoreşê hatiye nasîn. Di dema raperînê de jî dengeke diyar bûye ku moral daye xelk û hêzên pêşmerge.
Pişt re jî weke parlementer û şêwirmendê wezareta rewşenbîrî xizmeta gelê Kurd kiriye.
Bîranîna wî hertim li cem me zindî dimînin.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
25.8.2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin