Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 8 kesên din bi Koronavîrusê(COVID-19) ketin, 8 jî baş bûn û 3 jî mirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesek li Şehbayê bi Koronavîrusê ketibû, jiyana xwe ji dest da, her wiha 2 kesên li Hesekê jî pêketibûn jî jiyana xwe ji dest da.
Mistefa da zanîn ku 8 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronavîrusê ketin, jê 7 mêr û 1 jin e û wiha ne:
Hesekê; 3
Kobanê; 2
Reqayê; 1
Dêrazorê; 1
Tebqayê; 1
Mistefa got ji kesên bi Koronavîrusê ketibûn, 8 kesên din baş bûne.
Hejmara giştî ya kesên bi Koroanvîrusê ketine, 362 kes e, jê 24 mirine û 66 baş bûne.
Anha
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin