Biryara darde kirinê bo girtiyeke din yê Kurd hate pejrandin

کوردستان TV
100%

Dadgeha pêdeçûnê ew biryara han pejrandiye.

Piştî ku dadgeha rejîma Îranê biryara darde kirinê bo girtiyeke siyasî yê Kurd yê bi navê Mehiyedîn Îbrahîmî der kiribû, Parêzerên Îbrahîmî bo red kirina biryara han serî li dadgeha bilind ya Îranê dabûn, lê dadgeha bilind ya Îranê jî biryara îdam kirinê pejrand.

Îbrahîmî bi tawana endam bûn di nava hizba demokrata Kurdistanê de ji aliyê şaxê Urmiye ya dadgeha Şoreşê ve bi darvekirinê hatibû mehkûmkirin.

Îbrahîmî şêniyê bajarê Şinoye, temen 42 sale û di sala 2017an de di dema kolberî kirinê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû girtin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.