Pileyên rayedarên pêşmerge tên bilind kirin

کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê gerînendetiya civîneke taybet bi karûbarên hêzên pêşmerge kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gerînendetiya civîneke taybet bi karûbarên hêzên pêşemerge kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr, wezîrê pêşmerge û hijmareke din rayedarên hêzên pêşmerge têde beşdar bûn, behsa rewşa hêzên pêşmerge û karûbarên taybet bi hêzên pêşmerge hate kirin.

Herwiha di civînê de giftûgo li ser prosesa yekxistina hêzên pêşmerge û pêngavên ku heta niha hatine avêtin hate kirin û tekez li ser bileztir kirina prosesa reforman di nava wezareta pêşmerge de hate kirin.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser bilind kirina pileyên îdarî yên rayedar û berpirsên hêzên pêşmerge hate kirin û biryar hate dayîn ku pileyên rayedarên hêzên pêşmerge werin bilindkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.