Navenda Tacî hate vala kirin

کوردستان TV
100%

Hêzên hevpeymaniya cîhanê ji navendê vekêşan.

Îro hêzên hevpeymaniya cîhanî bi fermî ji navenda leşkerî ya Tacî ya li Bakûrê Bexdayê vekêşan.

Li gor daxuyaniya hêzên hevpeymaniya cîhanî, îro hêzên hevpeymaniya cîhanî ji navenda leşkerî ya Tacî ku nirxê vê 347 miliyon dolare vekêşane û ew navenda han radestî hêzên leşkerî yên Îraqê kirine.

Navenda leşkerî ya Tacî girantirîn navenda leşkerî ya hevpeymanan li Îraqê ye.

Weke tê zanîn di civîna navbera Serokê Amerîk û Serokwezîrê Îraqê de, her du alî li ser vekêşana hêzên Amerîkî di nava sê salan de li Îraqê de lihev kiribûn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.