Li Helebceyê du projeyên steratejîkî tên cîhbicîh kirin

کوردستان TV
100%

Duhê bi şev Serokwezîrê Kurdistanê li gel Parêzgarê Helebceyê axefî.

Duhê bi şev bi rêya telefûnê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Parêzgarê Helebceyê Azad Tofiqê axefî.

Di peywendiya han ya telefûnî de Serokwezîr û Parêzgarê Helebceyê behsa rewşa giştî ya Helebceyê û rewşa tendirostî û xizmetgozarî li Parêzgehê kirin.

Herwiha behsa wan êrîşan hate kirin ku duhê bi şev ji aliyê çend kesên bi navê qaşo Xwepîşander bo ser navendên fermî û malên xelkê hatibûn kirin û hate gotin ew tiştên ku hatine kirin tawane û lazime bikerên wan jî radestî dadgehê werin kirin.

Di berdewamiya peywendiya han ya telefûnî de behsa du projeyên steratejîkî hate kirin ku biryare di çend rojên pêş de werin cîbicîhkirin.

Yek ji wan projeyan projeya pira Tiweqût û ewê din jî projeya ava kirina navçeya pîşesaziya xwerake.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.