Îro careke din balefirên Tirkiyeyê derdorê Sîdekanê bordiman kirin.
Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê me yê li devera Sîdekanê dane, îro careke din balefirên şer yên Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe de yên bo ser pkk quntarên çiyayê Helgurdê bordiman kirine.
Li gor zaniyariyan quntarên Helgurdê bi tundî hatine bordiman kirin û agir bi zozanên quntarên Helgurdê jî ketiye.
Bordimana han bûye sedema çê bûna tirs û fikaran li cem şêniyên deverê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin