Li Kurdistanê 11 kesên din canê xwe ji dest dan

کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê 532 kesên din bi Koronayê ketine û 11 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Di nava 24 seatên derbasbûyî de ti kesek nehatiye qerentînekirin.

Hijmara herî zêde ya pêketiyên 24 seatên derbasbûyî li Hewlêrê hatiye tomarkirin.

Heta niha li Kurdistanê bigiştî 24 hezar û 271 kes bi Koronayê ketine û 886 kes jî jiber koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.