James Jeffrey dê serdana Swîsre û Tirkiyê bike

کوردستان TV
100%

Nûnerê Taybet yê bo Sûriyê yê Amerîka James Jeffrey û Qasidê Taybet yê Sûriyê Joel Rayburn dê bo danûstandinên fermî serdana Swîsre û Tirkiyê bikin.

Jeffrey û Rayburn dê berê herin Cenevrê û beşdarî hevdîtinên Komîsyona Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê, ku di 24’ê Tebaxê de destpê dike, bibin.

Her du dîplomat dê li Cenevrê bi Nûnerê taybet yê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen û beşdarên din yên Komîsyona Qanûna Bingehîn ya Sûriyê re bicivin.

Amerîka bi awayekî rastexwe beşdarî komîsyona ku bi çavdêriya NY çêbûye, nebûye, lê armanca karbidestên Amerîkî ew e ku bo bidawîbûna nakokîyên li Sûrîyê piştgirîyê bidin xebatên komîsyonê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîka, Jeffrey dê di 26’ê Tebaxê de li Stenbolê bi komên opozîsyonê yên Sûriyê û nûnerên taybet yên saziyên sîvîl yên wî welatî re bicive.

Jeffrey dê di 27 û 28’ê Tebaxê de jî li Enqerê be û bi karbidestên Tirk re kom bibe

Voa

N: E. G

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.