Li gor nivîsekê ku pêşkêşî wezareta berevanî ya Îraqê hatiye kirin, vê hemahengiya navbera artêşa Îraq û hêzên pêşmerge zêdetir bibe.
Cîgirê Fermandarê operasiyonên hevbeş Ebdulemîr Kamil Ebdulah ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ferman daye daku 4 navendên hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de werin avakirin.
Li gor Ebdulemîr Kamil Ebdulah ew her 4 navendên han li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê tên avakirin.
Yekem navend li Diyala û Xaneqînê dibe, navenda dudiyan jî li Kerkûk û derdorê dibe, navenda sêsiyan jî li Neynewayê û navenda çaran jî li Rojavayê Neynewayê dibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin