Li herêma Kurdistanê 24 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 450 kes jî pê ketin.
Wezîrê tendirostiya Kurdistanê, dr. Saman Berzencî îro di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, di heyama 24 saetên borî de zêdetirî 5 hezar têstên Koronayê hatine kirin ku 483 ji wan pozîtîf bûne.ç
Dr. Saman Berzencî herwiha got, ji duhî de 24 welatî jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane û 325 kes jî baş bûne.
Li gorî amarên ku wezîrê tendirostiyê belav kirî, hejmara miriyên Koronayê li herêma Kurdistanê gihîşt 849 kesan.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin