Îran mûşekeke nû çê kir

کوردستان TV
100%

Îran mûşekeke nû ya bi navê Ebû Mehdî Muhendis çê kir.

Wezareta berevaniya Îranê îro pêncşem mûşekeke nû yaku di sala 2020an de çê kiriye, ji raya giştî ya Îranê re da nasîn.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Îranê ew mûşeka han ya nû yaku ji aliyê pisporên Îranê ve hatiye çê kirin bo bîranîna Fermandarê heşda şebî Ebû Mehdî Muhendis yaku li gel Fermandarê hêzên Qudis yên Îranê Qasim Silêmanî de li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn kuştin, hatiye çêkirin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku navê mûşekê jî Ebû Mehdî Muhendise.

Ew mûşeka han dikare heta 100km biçe û êrîşî ser armancên xwe bike.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.