Serokwezîrê Îraqê li gel birêvebera IMF civiya

کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî li Amerîkayê li gel birêvebera IMF civiya.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de li gel birêvebera sendoqa cîhanî ya pereyê yaku bi IMF tê nasîn Christine Lagarde civiya.

Di civînê de her du alî giftûgo li ser hevkarî û hemahengiya navbera Îraq û IMF de kirin.

Di civînê de Kazimî eşkere kiriye ku Îraq dixwaze eli gel IMF kar bike û bo vê mebestê hewl dide tevahiya astengiyên heyî yên li berdem kar kirin li gel IMF ji holê rake.

Herwiha di civînê de tekez li ser karîna Îraqê bo îmze kirina rêkeftinê li gel IMF hatiye kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.