Li gor zaniyariyên berdest îro danê nîvroyê balefirên şer yên Tirkiyeyê gundeke ser bi Akrê ve bordiman kirine.
Hate zanîn ku balefirên Tirkiyeyê gundê Kawilkan ya li nahiyeya Dînartê ya ser bi Akrê ve bordiman kirine.
Jiber dûriya cîhê bordimanê û nebûna amûrên têkilî danînê heta niha zirarên bordimanê nehatine zanîn.
Ji aliyeke din ve hate diyarkirin ku cîhê ku hatiye bordiman kirin cîhê xelkê sivîle û li deverê de xelk mixûlî komkirina berhemên xwe yên çandiniyê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin