Li Rojavayê 34 kesên din bi Koronayê ketin

کوردستان TV
100%

Rêveberiya tendirustiya Rojavayê Kurdistanê ragihand, 34 kesên din bi Koronayê ketine.

Berpirsê tendirostiya Rojavayê Kurdistanê, dr. Ciwan Mistefa ragihand, 34 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hatine tomarkirin, ku 21 ji wan zilam û 13 kes jî jin in.

Dr. Ciwan Mistefa herwiha diyar kir, zêdetirîn haletên tomarkirî li her du bajarên Hesekê û Qamişlo ne, ku li Hesekê 13 kes û li Qamişloyê jî 11 kes bi vîrusa Koronayê ketine.

Li gorî agahiyên berpirsê tendirostiya Rojavayê, 5 kes jî li Dêrikê, 4 kes li Amûdê û kesek jî li Girkê Legê bi vê vîrusê ketine.

Bi gotina dr. Ciwan Mistefa, 8 kes ji nexweşên Koronayê jî baş bûne û bi vê yekê re hejmara kesên ku heta niha baş bûne, gihîştiye 36 kesan.

Li gor amarên fermî yên rêveberiya Rojava, ji destpêkê ve heta niha 253 kes li navçeyên wê rêveberiyê bi COVID-19 ketine, herwiha heta niha 15 kes ji wan jî canê xwe ji dest dane

Anha

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.