Kongreya demokratên Amerîkayê bi fermî Jeo Biden berbijêr kir

کوردستان TV
100%

Li Amerîkayê ji ber vîrusa korona kongreya Partiya Demokrat a Amerîkayê bi awayekî online bi rêya videokonferansê hat lidar xistin û di kongreyê de Joe Biden bi fermî wek berbijêrê Partiya Demokrat ya Amerîkayê bo Serokatiya Amerîkayê hate destnîşan kirin.

Ji bo 3yê mijdara îsal helbijartina Serokê 59.mîn ê Amerîkayê dê pêkbê û berî wê kongreya Partiya Demokrat a Amerîkayê pêkhat û di roja duyem a kongreyê de hemû endam û delegeyan bi awayê online beşdarî dengdanê bûn.

Di roja duyem ya kongreyê de bo diyar kirina berbijêrê demokratan dengdan hate kirin û di dengdanê de bi awayekî fermî berbijêrê Partiya Demokrat bû Joe Biden.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.