Êrîşî ser balefirxaneya Bexda û navendeke leşkerî ya Amerîkayê hate kirin

کوردستان TV
100%

Şeva derbasbûyî bi mûşekan êrîşî ser balefirgeha navnetewî ya Bexdayê û navenda leşkerî ya Amerîkayê ya li Rojhilatê Dêra Zorê hate kirin.

Li gor zaniyariyên berdest şeva derbasbûyî bi mûşek êrîşî ser balefirxaneya Bexdayê hatiye kirin û mûşekek ber balefirxaneyê ketiye lê ti zirarên canî li pey nebûye.

Ji aliyekê din ve jêderên Rûsî jî belav kirin ku şeva derbasbûyî bi mûşek êrîşî navenda leşkerî ya Amerîkî ya li Rojhilatê Dêra Zorê ya li Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin.

Heta niha zirar nehatine zanîn û Amerîkayê jî li ser mijarê ti daxuyanî nedane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.