Ew pêngava han dijî pîvanên exlaqî û qanûniye

کوردستان TV
100%

Piştî ku Îran ava her du rûbarên Sîrwan û Zê biçûk li ser herêma Kurdistan û Îraqê bi temamî qut kir, wezareta çandiniyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya wezareta çandiniyê de hatiye eşkere kirin ku ew sê sale Îran di demsala havînê de ava wan her du rûbaran li ser herêma Kurdistanê qut dike û bi wê awayî Cotkarên Kurdistan û xelkê Kurdistanê ceza dike.

Di berdewamiya daxuyaniya han de wezaretê diyar kiriye ku ew pêngava Îranê pêngaveke ji derveya pîvanên exlaqî û qanûnî û bi wateya binpê kirina tevahiya qanûn û yasayên navnetewiye û herwiha beruvajî rêçikên cîrantiyê ye.

Li gor zagonên navnetewî ava rûbarên hevbeş ya her du aliyane û nabe ti aliyek bi tenê avê bikar bîne anjî avê li ser aliyê din qut bike, lê mixabin Îran pêbendî wan qanûn û rêçikan nabe û qut kirina avê bûye sedem daku zirarên gelek mezin bi xelk û Cotkarên deverê bikevin.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.