Li ser meydaya civakî piştîvaniya doza Kurdistanê kirine.
Li gor zaniyariyên berdest ji Rojhilatê Kurdistanê, roja yekşem ( du roj beriya niha) hêzên îtlaata Îranê li bajarê Sineyê operasiyonek li dijî ciwanên Kurd li dar xistine.
Li gor nûçeya kurdpayê, di encama operasiyona han de 7 welatiyên Kurd yên şêniyên Sineyê yên ku li ser rûpelên xwe li torên civakî piştîvaniya doza Kurdistanê kirine hatine binçavkirin.
Heta niha derbarê çarenivîsa wan de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin