Desteya Tendirostiya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ragihand, 14 kesên din li navçeyên wan bi Koronayê ketine û kesekê jî jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tendirostiya Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa îro di daxuyaniyeke nivîskî de amarên nû yên COVID-19 belav kir.
Ciwan Mistefa got, herî dawî li navçeyên Rêveberiya Xweser 14 kesên din bi Koeonayê ketine, ku 8 ji wan zilam û 6 kes jî jin in.
Desteya Tendirostiya Rêveberiya Xweser herwiha destnîşan kir, ku nexweşke Coronayê jî jiyana xwe ji dest da, ku jineke 70 salî û ji bajarê Dirbêsiyê ye.
Ciwan Mistefa diyar kir, îro du kesên din ji nexweşên Koronayê jî baş bûne û bi vê yekê re hejmara kesên ku li navçeyên Rêveberiya Xweser baş bûne, gihîşte 28 kesan.
Li gor amarên fermî, heta niha li navçeyên Rêveberiya Xweser 219 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û hejmara kesên bi sedema vîrusê mirine jî gihîşte 15 kesan.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin