Biryare îro şanda Îraqî bi Serokatiya Mistefa Kazimî bigehêje Amerîkayê.
Li gor çapemeniya Amerîkayê, di yekem roja serdana şanda Îraqî ya bi Serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî de, di navbera Îraq û kompaniya Amerîkî Chevronê de rêkeftinek derbarê stasiyoneke mezin ya petrolê de were îmzekirin.
Di encama rêkeftina han de kompaniya Chevron dikare li stasiyoneke mezin ya petrolê ya li Nasiriyeyê dest bi hêlbirîna petrolê bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin