Oldarekî Êzidiyan ji aliyê hêzên ser bi pkkê ve hatiye revandin

کوردستان TV
100%

Piştî çend rojan girtinê ew azad kirin.

Navenda ragihandina mala Êzidiyan ya li Şingalê belav kiriye ku beriya çend rojan hêzên ser bi YPŞ ku ser bi pkk ne, endamê mala Êzidiyan û berpirsê karûbarên olî li mala Êzidiyan Şêx Seîd Dexîl Yûsif revandine.

Li gor daxuyaniya han piştî çend rojan girtinê û lêpirsînê, endamên YPŞ jiber zextên xelkê neçar bûne Şêx Seîd azad bikin.

Şêx Seîd yek ji wan oldarên Êzidiye ku dibêje jiber hebûna wan hêzan, rewşa deverê têk çûye û xelk nikare bi aramî li mal û cîhên xwe de bimînin.

Heta niha YPŞ anjî pkk derbarê wê mijarê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.