Hevpeymaniya Fetih: Em pêbendî ti rêkeftinekê nabin

کوردستان TV
100%

Hevpeymaniya Fetih ya di nava parlementoya Îraqê de helwesta xwe derbarê civîna navbera Kazimî û Trump de diyar kir.

Hevpeymaniya Fetih ya ser bi tevgera Bedir diyar kiriye ku ew weke hevpeymaniya Fetih bi ti awayî pêbendî ti rêkeftineke navbera Serokê Amerîka Doland Trump û Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî nabin.

Li gor daxuyaniya hevpeymaniyê, her çend ew rêkeftina han bo Îraqê baş be jî lê ew pêbendî rêkeftinê nabin jiber ku lazime beriya her tiştekê demek bo derxistin û vekêşana hêzên Amerîkî li Îraqê were diyarkirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.