Ji niha û pêde mûçe li gor dahatê tê dabeşkirin

کوردستان TV
100%

Îro civata wezîran ya Kurdistanê civiya

Îro civata wezîran ya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsiye;

Îro duşem 17ê Tebaxa 2020an bi rêya onlîne me gerînenderiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir û di civînê de behsa rewşa darayî ya herêma Kurdistanê û mekanîzma dabeş kirina mûçeyan hate kirin.

Derbarê dabeş kirina mûçeyan de, piştî lihev kirin li gel Bexda û hayedarbûna zêdetir ji rewşa darayî ya herêmê, biryar hate dayîn daku mûçe li gor ew dahata ku li berdeste di demeke nêz de bi awayeke dadmend were dabeşkirin.

Ji niha û pêde jî lazime bi mekanîzma xwe goncandin li gel dahata mehane û bi awayekî dadmendane mûçe di demê goncaw de, bi liber çav girtina dahatên herêmê ku ji dahatên petrol, dahatên ji bilî petrolê û ew pereyên ku ji Bexdayê bo herêmê tên şandin were dabeşkirin û her meh rêjeya mûçeyê li gor dahatan dibe.

Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê rewşa tendirostî û rêkar û şîretên rûbirû bûna Koronayê li herêma Kurdistanê de hate kirin ku mixabin niha herêma Kurdistanê di rewşeke metirsîdar deye û rêjeya berketî û kesên ku jiber Koronayê canê xwe ji dest didin di zêdebûnê deye. Jiber wê çendê lazime welatî pêbendî rêkar û şîretên tendirostî yên xwe parêziyê bin.

Me balkêşande ser wê yekê ku di destpêka belav bûna Koronayê de, hikûmeta herêma Kurdistanê tevdîrên lazim stend û karî heta asteke gelek baş rewşê kontrol bike ku ew yek jî bibû cîhê destxweşiya xelkê li ser asta navxwe û derve, lê mixabin pêbend nebûn bi rêkar û şîretên tendirostiyê bûn sedem ku rewşa tendirostî bigehêje asta metirsîdar ya niha, lewre di demekê de ku dezgehên têkildar yên hikûmetê berdewam dibin li ser bicîh anîna rêkarên xwe parêziyê, daxwaz ji welatiyan jî dikin ku ji bo parastina xwe û kesûkarên xwe pêbend bin û xwe biparêzin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.