24 welatiyên din li Kurdistanê canê xwe ji dest dan

کوردستان TV
100%

Wezareta navxwe dibêje hezar û 28 berketî jî baş bûne.

Wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê li Kurdistanê de belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatan de 463 kesên din bi Koronayê ketine û hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêrê bûye.

Herwiha di nava 24 seatên derbasbûyî de hezar û 28 berketî baş bûna û 24 kesên din jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 21 hezar û 660 kes bi Koronayê ketine, 12 hezar û 524 kes baş bûne û 777 kes jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.