Teqîneke din li Îdlibê çê bû

کوردستان TV
100%

Di dema geşta hevbeş ya Rûsye û Tirkiyeyê de teqîn çê bû.

Wezareta berevanî ya Rûsyeyê îro duşem ragihand ku di dema 22mîn geşta leşkerî ya hevbeş ya di navbera hêzên Rûsî û Tirkiyeyê de teqînek çê bûye.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Rûsyeyê teqîn li nêzî rêya navnetewî ya M4 li berdem karwana leşkerîya hevbeş de çê bûye lê ti zirarên canî li pey nebûye.

Weke tê zanîn beriya niha wezareta derve û berevanî ya Rûsyeyê eşkere kiribûn ku jiber zêde bûna teqînan di dema geştên hevbeş yên leşkerî de, mimkune Rûsye geştên hevbeş yên xwe li gel Tirkiyeyê li derdorê Îdlibê rawestîne.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.