Koseya hevkariya Kendavê bersifa Îranê da

کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê gotibû ku Îmarat xiyanet kiriye.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê rêkeftina navbera Îsraîl û Îmaratê rexneyên tund li Îmaratê kiribû û gotibû ku Îmarat xiyanet kir.

Rûhanî herwiha eşkere kiribû ku hin welatên din yên Erebî hewl didin daku têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal biin ku ew yek jî xizmeta rewşa deverê nake.

Li ser wan gotinan Konseya hevkariya Kendavê bersifa Rûhanî da û ragihand ku lazime, Îran rêz ji rêgez û zagonên navnetewî bigire, dawî bi destwerdanên xwe li karûbarên welatên din bîne.

Konseyê herwiha daxwaz ji Îranê kiriye daku di şûna aloztir kirina rewşê û kûrtir kirina aloziyan, hewl bide bi rêya diyalog û aştiyane kêşeyên heyî çareser bike.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.