Îro civata wezîran dicive

کوردستان TV
100%

Biryare îro civata wezîran ya Kurdistanê civîna xwe ya heftane lidar bixe.

Civîna îro bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya onlîne tê lidarxistin.

Civîna heftane ya civata wezîran yaku her hefte roja çarşem dihat lidarxistin, îro duşem tê lidarxistin û di civînê de giftûgo li ser mekanîzma çawetiya dabeşkirina mûçeya karmendan tê kirin.

Civîn di demekê de tê lidarxistin ku biryare îro Bexda bi qasî 320 miliyar dinar pere weke para karmendên Kurdistanê bo Hewlêrê bişîne.

Roja şemiya derbasbûyî Serokwezîrê Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê bi rêya telefûnê li ser çend mijaran giftûgo kiribûn û di encam de Serokwezîrê Îraqê biryar daye daku 320 miliyar dînar bo Kurdistanê bişîne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.