Zêdetir ji 500 kesên din bi Koronayê ketin

کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatan de bi giştî 537 kes bi Koronayê ketine ku piraniya wan li Hewlêrê ne. (279 kes li Hewlêrê bi Koronayê ketine).

Herwiha 21 kesên din ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane ku 12 ji wan ji Hewlêrê ne.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 21197 bi Koronayê ketine û 753 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.