Nêçîrvan Barzanî: PDK bo bidest xistina mafên reva yên gelê Kurdistanê hatiye damezrandin

کوردستان TV
100%

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi boneya salvegera wê de behsa rola PDKê kir di çareserkirina pirsgirêkên li gel hikûmeta Iraqê û tekezî li ser bingeha destûrê, parastina maf û şayîsteyên destûrî yên herêma Kurdistanê û bicîkirina federalîzmê kir.

Serokê herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 74emîn salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de, “şehîdên nemir ku canê xwe bo azadiya Kurdistanê feda kirine” bibîr anîn û pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî, polîtburo, serkirde, kadro, endam û alîgirên PDKê kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Em rêber û damezrênerê partiyê, Barzaniyê nemir û hemû serkirdeyên xebatkar bibîr tînin ku wek zarûreteke dîrokî partiya xwe damezrandin û heta dawî nefesa xwe li ser xebat û pêşmergeyatiyê berdewam bûn û rêbaz û rêbaz û dibistaneke xebatê bo Kurdistanê hiştine.

Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye; Partî ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê hatiye damezrandin û xebat bo demokrasî, azadî û rêkxistina sîstema siyasî kiriye ku Kurdistan serfiraz be” û dibêje jî “Erkê PDK û kadroyên wê ye bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bikin bo başkirina jiyana Kurdistaniyan, derbaskirina pirsgirêk û kirîzan, destpêşxerî û pêşengê yekrêzî û tebayiyê bin bo parastina destkeftan.

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî tekez dike, “Kadro, endam û alîgirên Partiyê tevî Kurdistaniyan xwe li ber gelek zehmetî û bargiraniyan girtine û berdewam dirêjî bi karwanê xebat û tekoşînê dane.

Barzanî di berdewamiya peyama xwe de behsa çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dike û dibêje, “Em tekezê li ser rola giring a PDKê di çareserkirina pirsgirêkan ligel hikûmeta federalî ya Iraqê dikin li ser bingeha destûrê û parastina maf û şayîsteyên destûrî yên Herêma Kurdistanê û bicîkirina federalîzmê.

Nav hatî herwiha dibêje em tekezê li ser giringî û pêdiviya karkirina li ser bingehê lihevkirin, hevbeşî û hevsengiyê dikin di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de bo bidestxistina aramiya siyasî û pêşketina welat.

Di dawiya peyama xwe de jî Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê kir, “Ev bîranîn di demekê de ye ku cîhan, navçe, Iraq bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî di rewşeke zehmet û hestiyar re derbas dibin” û dibêje, “Di vê bîranînê de ez sipasiya wan dikim, rêz û silav bo xweragiriya we, ez piştrast im ku bi xweragirî û tekoşînê ev qonaxa zehmet jî derbas dibe û em ê bi hêviyan ber bi paşerojeke geş pêngavan biavêjin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.