Duhê bişev gerîlayên pkkê li du cîhan êrîşî ser navendên artêşa Tirkiyeyê kirin.
Li gor zaniyariyên berdest duhê bi şev gerîlayên pkkê li Girê Zer û Serê Bin Dîwane êrîşî ser navendên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê yên li deverê de kirine.
Şer û pevçûn bi qasî 10 deqîqeyan dom kiriye û pişt re jî balefir û topxaneyên Tirkiyeyê dest bi bordiman û topbaran kirina deverê kirine.
Heta niha derbarê zirarên pevçûnê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Rojbiroj şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiye û gerîlayên pkkê zêdetir dibe û ew yek jî bandoreke gelek xirab li ser rewşa deverê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin