Deriya serekî ya qelha Zerzevanê hate dîtin

dîroka qelhê bo beriya 3 hezar salan vedigere
کوردستان TV
100%

 

Qelha Zerzevanê ku yek ji asewarên dîrokî yê kevnar ya li navçeya Çinar ya li Bakûrê Kurdistanê ye, beriya 3 hezar salan hatiye avakirin.

Ew qelha han yek ji navendên herî mezin ya Împeratoriyeta Romayê ya li Rojhilatê bûye.

Ew demek bû ku li qelhê çalakiyên erdkolojîkî yên bo kolandin û derxistina hin paşmayiyên din destpê kiribû û di encama wan xebatan de deriya serekî ya qelhê hate dîtin.

Li kêleka deriya serekî îbadetgeheke terîqeta Mithras jî heye ku navenda îbadeta morîdên terîqeta Mihras bûye ku yek ji terîqetên mezin ya Romayê bûye.

N: E. G

Dab û Nerît

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.